Derketina Ziman û Vegotina Mîtolojîyan
Derketina Ziman û Vegotina Mîtolojîyan
Dema weşanê: Hêzîran 18, 2022, 9:50 Dîtin: 19

Vegotin, ragihandin û axaftin bi ziman pêkan e. Ziman nebe ferqa me ji ajalan qet namîne. Bi zimanê xwe û fikrê em ji wan vediqetin. Ji bo ku fikir jî bi ziman tê îfadekirin tişta xetê dixe navbera me û ajalan de ziman bi xwe ye.

 

Di mîtolojîyên pêşîn de jî bandorê ziman bi rewşek beyan li ber çavan tê îfadekirin. Ev hemû dîrok, çîrok, mîtolojî, çand û huner bi saya ziman bi hezarsalane tê gotin û dê bi hezarsalên din jî dîsa bê gotin. Heta ziman û însan li ser rûkê erdê hebin dê hebûna wan berdewam be.

 

Dî olên semawî de dema Xweda (Yehova) Adem û Hewa diafîrinê wan dixe bihuştê û ew der dibe meskenê însanan yê pêşî. Xweda ziman dîyarî Adem dike û li gorî olên semawî Adem bi hemû zimanan dizanî.

Xweda ji Adem xwest ku navan bide ajalan û Adem li ser daxwaza Xwedê ji boher heywanekî navek li wan kir û mirovên din navê Adem li ajalan kirî hîn jî bi wan nava gazî ajalan dikin.

 

Bikaranîna ziman însanan dike Nîv-Xwedayî. Tenê xwe dikare biafrîne û navan li tiştan bike. Di mîtolojîyê de bi eşkere tê xuyakirin ku karê Xwedê di navbera evd û Xweda de hatîye parvekirin. Ev rewş jî benîademan (Adem û zurrîyeta wî) dike Nîv-Xwedayî.

 

Heta dema Tofanê li dinayayê gelek ziman hebûn û her netewî bi zimanê xwe diaxivîn. Lê ev rewş heta Tofanê wisa berdewam kir. Piştî tofanê bi însanan re ziman jî mir û di encamê tenê zimanek ma. Ew ziman jî ziman Nûh pêxember bû. Keştîya Nûh pêxember li çîyayê Cûdî disekine û mirovatî li wir ji nû ve şîn dibe. Axa Kurdistanê ji bo însanan dibe stargeh û dibe wargeh. Ji bo ku mirovatî li Cûdî yanî li Kurdistanê belav bûye û tirba Nûh pêxember li Cizîra Bota ye gelek kes îdda dikin ku zimanê wê dewrê Kurdî ye û hemû ziman ji zimanê Kurdî peyda bûne. Lê heta rastî derkeve meydanê ev ê ji îddayê wêdetir neçe.

 

Piştî Tofan diqede benîadem carddin dest bi avakirinê dikin. Vê carê di dilê wan de tirs dimîne. Xwedayên jor dîsa dikarin li wan bên xezebê wan tunebikin. Ji bo ku carek din dîsa nekevin heman rewşê hemû beşerîyet dest didin hev û bi hev re radibin Birca Babîlê ava dikin. Armanca însanan cardin derketin jor e. Dixwazin vegerin cihê bihuştê û li wê derê li gel hemû Xwedayê di nava xweşîyê bijîn.

 

Di demek kurt de Birca Babîlê mezin dibe. Xwedayên jor jî vê yekê dibînin û ji vê tevgera wan ditirsin. Ditirsin ku însan bên cem wan û textê wan ji wan bsîtinin. Ji bo însan textê wan ji wan nestînin şevek nîvê şevê zimanê însanan diguherînin û ji bo her însanekî zimanekî nû didin wan. Dema dibe sibeh çirax, qalfa û hosta ji zimanê hev fam nakin. Ji bo ji hev fam nakin her yek radibe û bi cihekî de diçe. Bi vî awayî zimanê îroyîn derdikevin meydanê.

 

Hebûn û bikaranîna zimanê hevpar Xwedayan dixe tirsê. hebûn û bikaranîna ziman me ji halê prîmatîf, ji halê Homo Habîlîs û ji halê Homo Erketûs derdxe û me dike Homo Sapîens. Bi xêra ziman em bi pêş dikevin. Bi xêra ziman e em wekî Xwedayan ava dikin an jî tune dikin. ziman Xweda bi xwe ye û rêya pêşketinê ji me beşerîyetan re vedike. Ziman ferqê dixe navbera me û ajalan. Bi saya wê ji berîtîyê em xilas dibin û em dibin medenî.