Însan Ji Bo Çi Dibêje
Însan Ji Bo Çi Dibêje
Dema weşanê: Nîsan 2, 2022, 8:22 Dîtin: 994

Însan Ji Bo Çi Dibêje

 

“Gencîneyek bûm min xwest bêm zanîn”

 

Mirov bi ziman heye û ziman heyîna me ya pêşî ye. Bi ziman em tevdigerin, Bi ziman em ava dikin, bi ziman em xira dikin, bi ziman em nûjen dikin, bi ziman em diafirînin. Ziman me dike nemir û bi ziman em dibin Nîv-Xwedayî.

 

Dema însan fam dike ku nemir nîn e û dema wext hat dê bimire dikeve nav kul û derdan. Ji bo xwe li dermanekî digere lê dike nake nikare xwe bighîne dermanekî û ji vê derdê bêderman re dermanekî peyda nake. Dema fam dike derman nîn e çeka xwe ya herî girînd derdixe, ev çek ziman bi xwe ye. Bi ziman behsa çîrokan/mîtan xwe dike û ev çîrok bi hezarsalane berdewan dike. Laş çiqasî bimre jî bi saya çîrokan mirov dibin nemir û çîrokan wan tim tê gotin. Em vê yekê di çîroka Gilgamêş de bi rehetî dibînin.

 

Gilgamêş li bajarê Ûrukê rêveberîya welatê Sumerîyan bi dest dixe. Îlahe Îştar ji Gilgamêş hez nake û dixwaze wî bide kuştin. Ji bo wî bikuje Enkîdû diafirîne û dişîne deştê. Enkîdû zilamekî berî û hov e. Enkîdû însanê prîmatîf teşkîl dike û ji mirovatîyê fam nake. Di nava ajalan de wextê xwe derbas dike û wekî wan dijî. Dema Gilgamêş ji rewşa Enkîdû hay dibe jê re jineke delal dişîne û ew jina delal diçe û bi Enkîdû re hevşa dibin. Bi saya jinê Enkîdû dev ji halê xwe yê prîmatîfî berdide û ew dibe însanê kedî û moder. Çîroka mirovatîyê bi kurtasî ji prîmatîfî ber bi Homo Sapîens Sapîensê ve wisa ye.

Gilgamêş û Enkîdû bi hev re dibin heval û hogirên hev. Timî alîkarîya hev dikin. Ev rewş li xweşa îştarê naçe, bi naz û bi delalîya xwe jî Gilagmêş bi dest naxe û bêhtir aciz dibe. Ji bo ku Gilgamêş bitirsîne bi birîna şûrê Humbaba Enkîdû dikuje. Dema Gilgamêş fam dike herî dawî jîyan diqede û mirin dibe para herkesî dikeve fikaran.

Ji bo derê mirinê li derman digere û ji her kesî pirs dike. Ji çend extîyaran dermanê nemirtîyê seh dike. Ew jî radibe, amedekarîyên xwe dike û dikeve dermanê nemirtîyê.

Gilgamêş di rêyên dijwar û zehmetî de dimeşe ta heta tê kêleka ‘Behra Mirinê’. Bi keştîyê Behra Mirinê derbas dike û dighe welatê Dîlmûnê. Li welatê ‘Dîlmûnê’ Utnapîştîm (Dînên semawî de navê wî Nûh e.) û jina wî tena serê xwe dijîn. Ji bo ku di dema Tofanê de alîkarîya Xwedayên kiribû Utnapîştîm û jina wî bi jîyana nemirtîyê hatibûn xelatkirin. Gilgamêş diçe ba Utnapîştîm û çîrok û daxwaza xwe jê re tîne ziman.

Utnapîştîm jê re dibêje: “Ji bo dermanê jîyana ebedî dive hemû Xweda li hev kom bibin û bi hev re biryar bidin. Ji bo rewşa te ez nebawer im ku derman bidin te û ji bo te li hev kombibin. Ev tiştekî pêkan nîn e.”

Gilgamêş pir xemgîn dibe û li ber xwe dikeve. Utnapîştîm naxwaza wî vala vegerîne û radibe ‘Gîyayê Ciwantîyê’ dide wî. Ew jî bi tesellîya gîya derdikeve rê û qesta Ûrukê dike. Di rê de ji bo kêlîyekî dikeve fikaran û di wê kêlîyê de mar tê û Gîyayê Ciwantîyê dixwe. Ji wê rojê heta vê rojê mar timî ciwan dimînin û timî çermê xwe diguherînin.

Ji bo rêwîtîyê zehmet Gilgamêş dest vala vedigere û hîs dike wext dê wî jî bixe tora xwe û di dawîya dawî de dê bimire. Fam dike ku wekî laş nikare nemirtîyê bi dest bixe. Ew jî radibe bi ziman çîroka xwe ji her kesî re dibêje. Çîroka xwe bi nivîskaran li ser lewheyên axê dide nivîsandin. Çîroka xwe û peykerê xwe bi peykeltiraşan dide çêkirin. Lê çiqasî bixebite jî wekî her beşerî mirin wî jî zedt dike. Lê ew bi saya ziman nemirtîyê bi dest dixe. Hîn jî em çîrokên wî dibêjin û hîn jî em li ser wî dinivîsin û hîn jî em qala wî dikin.

 

Gilgamêş ji bo beşerîbûna xwe nikarîbû nemirtîyê bi dest bixe lê wî bi zimanê xwe, bi saya destketîyên Homo Sapîens Sapîensê bû nemir.